Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku meha Sibatê pileya germahiyê 12 pileyan kêm dibe û sir û seqem hefteyekê berdewam dike.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê hişyarî da.
Li gor îdaxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji 4ê Sibatê ve pileya germahiyê ji nişka ve 6 heta 12 pileyan dadikeve.
Hat diyarkirin ku egera qeşayê zêde ye û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Parêzgariya Stenbolê jî derbarê rewşê peyamek belav kir.
Parêzgariyê da zanîn ku dê li Stenbolê berf bibare û şêniyên bajêr hişyar kiriye.
Tê gotin ku dê çûn û hatin zehmet bibe û egera qeşagirtina rêyan zêde ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse