Mirinên ji ber alkola sexte zêde dibin: Vê carê Sûriyeyiyek mir

01-02-2025
RÛDAW
Nîşan Alkola Sexte Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê welatiyekî Sûriyeyî ji ber vexwarina alkola sexte mir.

Di 15 rojên borî de 38 kesên din li wî bajarî ji ber heman sedemê mirin.

Welatiyekî xelkê Sûriyeyê yê bi navê Nîzal Mahiyê 46 salî doh li nexweşxaneyeke navçeya Fatîhê ya Stenbolê ji ber vexwarina alkola sexte mir.

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Stenbolê ragihand ku wan Nîzal Mahî 28ê mehê biriye nexweşxaneyê ku ji ber vexwarina alkola sexte rewşa wî ya tenduristiyê têk çûbû.

Termê Nîdal Mahiyê bavê 5 zarokan piştî kar û barên otopsiyê ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin.

Li gorî Birêvebiriya Tenduristiyê ya Stenbolê di 15 rojên borî de rewşa tendirustiyê ya 92 kesan piştî vexwarina alkola sexte têk çûye.

Ji wan 38 kes li nexweşxaneyan mirine.

Li gorî amarên parêzgariya Stenbolê jî sala borî 48 kes ji ber vexwarina alkola sexte miribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst