Li Kocaeliyê çekdarekî bi ser kargehekê de girt: Dîl hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê çend çekdaran bi ser kargehekê de girt û karker dîl girtin.

Kesekî bi ser avahiya sereke ya kargeha kompanyaya Procter and Gamble (P&G) ya Amerîkî de girt û kesên di hundir de dîl girtin.

Hat diyarkirin ku bûyer îro saet derdora 15:00an li rû da.

Hat îdiakirin ku ji ber protestokirina Îsraîlê ew çalakî hatiye kirin ku xwediyê kargehê sermayedarekî Cihû yê Amerîkî ye.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê, herwiha polîsên tevgera taybet jî li derdora kargehê amade ne.

Li gorî nûçeya DHAyê Parêzgarê Kocaeliyê Serdar Yavuz jî çû herêmê.

Cadeya ku kargeh lê ye ji çûnûhatina wesayît û peyayan re hat girtin.