Ji Şîrîn Payzin li ser wêneyê xwe yê bi Murat Karayilan re daxuyanî

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Şîrîn Payzin li ser wêneyê xwe yê bi Murat Karayilan re got “Ew bû wesîle. Ev hevpeyvîn di dema pêvajoya çareseriyê ya AKPê de, ango dema ‘jê re lihev dihat’ de hatiye kirin. Beriya Peymana Dolmabahçeyê, ji bo banga agirbestê ya ku AKPê jê re digot ‘Dîrokî’ bişopînin, em bi TRT, AA, kanalên Netewî û qunciknivîsên AKPê re çûn û me pirsên xwe kirin. Hevpeyvîn CNNê de hat weşandin. Di arşîvê de ye.”

Endamê Encûmena Rêveberiya Navendî yê AK Partiyê Mucahit Birinci di parvekirineke xwe ya li ser Twitterê de de gotibû “Hin agahî tên: ku HDP bi maseyê re ji bo wezaretan di nav bazarake tund de ye. Tê gotin ku HDP 3 wezaretan dixwaze. Wezareta Berevaniyê, Wezareta Navxwe û Wezareta Perwerdehiyê. Weke kabûsê ye...”

Li ser vê yekê rojnamevan Şîrîn Payzin bersiv da Mucahît Birinci û got “Çewa, anku ev Kurdan kêm dike? Welatiyên wekhev ên vî welatî Kurd dibin Wezîr jî, Serokkomar jî.. Lêbelê wek mînak Bertîlgir nikarin bibin Balyoz, diz jî nikarin bibin Wezîr”

Li ser parvekirin Şîrîn Payzin, Birinci bi wêneyê Şîrîn Payzin û Marat Karayilan bersiv da.

Pişt re Payzîn bertek nîşanî Birinci da û amaje bi wê yekê kir ku ew wêne di dema pêvajoya çareseriyê de bi Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan re hatiye kişandin.

Payzin wiha bersiva Birincî da “Ew bû wesîle. Ev hevpeyvîn di dema pêvajoya çareseriyê ya AKPê de, ango dema ‘jê re lihev dihat’ de hatiye kirin. Beriya Peymana Dolmabahçeyê, ji bo banga agirbestê ya ku AKPê jê re digot ‘Dîrokî’ bişopînin, em bi TRT, AA, kanalên Netewî û qunciknivîsên AKPê re çûn û me pirsên xwe kirin. Hevpeyvîn CNNê de hat weşandin. Di arşîvê de ye.”