Ferit Karahan: Zarokên bêyî zimanê dayîkê perwerdeyê dibînin xwe tim bindest dibînin

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê Kurd Ferit Karahan derbarê girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê de ragihan ku zarokên ku bêyî zimanê dayîkê perwerdeyê dibînin, xwe her tim bindest dibînin.

Derhêner Ferit Karahan ku fîlma wî ya herî dawî ya bi navê "Okul Traşi" (Traşa Dibistanê) di çend festîvalên navnetewî de hatiye xelatkirin, li studioya Stenbolê bû mêvanê Rawîn Stêrk û ligel behskirina karê xwe mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê jî nirxand.

Ferit Karahan got: “Ez dixwazim destpêkê bibêjim, ez fîlmên xwe ji bo gelê xwe çêdikim. Heta niha (ji bo fîlama Okul Traşi) me derdora 35 xelatan wergirtiye. Ji bo min xelata herî girîng ew e ku, gelek sînemager, rexnegir û temaşevanan gelek ji fîlma min hez kirin.”

Derbarê karê sinemageriyê de Karahan got: “Dema tu fîlmê çêdikî divê tu ji xwe bawer bî. Eger tu di karekê hunerî de tiştekê bikî, hewce nake bi dengeke bilind sloganan bavêjî, jixwe her kes fêm dike. Ez bi taybetî behsa fîlma Okul Traşiyê dikim, me ji Çînê heta Amerîka, tevahiya welatên Ewropa û Afrîkayê da nîşan dan. Hemû kes vê yekê fêm dike, hewce nake tu zêde biqirînî. Mijara fîlmê li ser YÎBOyê ye û behsa çîroka zarokek Kurd dike ku rojekê li dibistanê nexweş dikeve û hevalê wî dixwazî wî bibe nexweşxaneyê. Tevahiya mijarê li ser vê ye û mijareke hêsan e û herkes fêm dike.”

Dibistanên YÎBOyê yên dewletê ku weke tê zanîn armanca sereke ya avakirina wan dibistanan li Bakurê Kurdistanê ew bû ku zarokên Kurd ji malbatên wan dûr bixe û asimle bike, Karahan da zanîn ku wî jî bo sê salan perwerdeya xwe li YÎBOyê kiriye û got: “Min bixwe Kurdiya xwe li wê derê ji bîr kir. Ya rastî ti cudahiyeke wê dema min dixwend û niha nîne. Bi fikire ku ev mekteb zêde dişibe leşgergehekê û aliyekê wê jî weke girtîgehm be. YÎBO ne dişibe weke girtgîha Silivrî modern bû, dişiba zîndana Amedê. Zilmek wiha hebû. Niha jî berdewam e. Ne tenê asimlasyon li ser zarokên Kurdan çêbûne, ligel wê yekê bandor li ser bedana zarokan jî çêbûye û bandor li civaka Kurdan û malbatê jî kiriye. Hemû civaka dinyayê jî fêm kir YÎBO çi ye. Li cihekê tirs hebe, li wê derê berxwedan çêdibe. Me li ser vê bingehê dest bi çêkirina fîlmê kir.”

Derbarê girîngiya perwedeya bi zimanê dayîkê de Karahan got: “Eger tu zarok bî û dibistan ji te re bibêje tu nikarî bi Kurdî biaxivî û bi zimanê xwe perwerdeyê bibînî, ev dibe sedema bixwebawerî nemîne. Ew zarok tim xwe bindest dibînin û zarereke mezin dide mirov. Dema zarok mezin jî bibe zehmete ji wê bazneyê derbikeve.”

Karahan herwiha anî ziman ku sersa bijarte ya Kurdî derfeteke gelek girîng û baş e û got: “Ev derfet ji aliyê kê ve tê dayîn bila bê, çi dewlet çi jî aliyeke din be dîsa jî baş e. Bila 10 deqîqe, saetek an jî rojek be ev ne pirsgirêk e, hebûna wê girîng e. Zarok li malê bi Kurdî biaxive, lê cihekê din nekarî biaxive ev li ser derûniyeke gelek giran e.”