Parlamentera HDPê îfade neda komîsyona parlamentoyê

01-02-2022
RÛDAW
Nîşan Semra Guzel HDP Komîsyona Amadekariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Amadekariyê ya parlamentoya Tirkiyê li ser 2 tezkereyên Serokkomariyê yên ji bo rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel civiya. Semra Guzel ji bo îfadeyê neçû komîsyonê.

komîsyona bi serokatiya parlamenterê AK Partiyê yê Kirikkaleyê Ramazan Can civiya.

Piştî civînê Ramazan Can daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de ragihand pêvajo bi awayekî asayî birêve diçe û dê komîsyon roja çarşemê demjimêr 14:00an de dîsa bicive.

Can anî ziman ku di rûniştina roja Çarşemê de parlementerekî din dikare li şûna Guzel parastinekê bike û wiha got “Me agahdarnameya xwe ya fermî da. Hem li ser navnîşana înternetê ya Parlamentoya Tirkiyê û hem jî bi dest agahdarname bo şêwirmendê wê hatiye dayîn. Mafê parastinê pîroz e. Roja Çarşemê saet 14:00an de eger wekîlê ku ne endamê Komîsyona Amadekariyê ye destnîşan bike, em dê guh bidin wî û parastina wê werbigrin.”

Piştî ku wêneyên Semra Guzel yên bi Volkan Bora re derketin, ji bo parêzbendiya wê bê rakirin fezleke hatibû amadekirin.

Komîsyona Amadekariyê ya ku fezlekeya navborî lêkolîn kir, ji bo parastina nivîskî an jî devkî dem dabû Guzel.

Guzel ji komîsyona civiyan re parastina xwe neşand. Di civînê de endamê komîsyona amadekariyê yê HDPê Ruştu Tirkyakî xwest li cihê Guzel parastinê bikê. Lêbelê serokê komîsyonê Ramazan Can diyar kir ku ew rast nabînin ku parlamenterekî endamê komîsyonê parastinê bike, dema parastinê ya zêde da û civîn ji bo Çarşemê hat paşxistin.

Tê çaverêkirin ku Guzel roja Çarşemê jî neyê parlamentoyê û li ser navê Guzel parlamenterekî HDPê parastina xe bike.

Piştî parastinê, komîsyona amadekariyê dê rapora xwe ya li ser rakirin an nerakirina parêzbendiyê amade bike û pêşkêşî komîsyona bilind bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst