Karvedanên qedexekirina muzîka Kurdî berdewam in

01-02-2022
RÛDAW
Karvedanên qedexekirina muzîka Kurdî berdewam in
Karvedanên qedexekirina muzîka Kurdî berdewam in
Nîşan Muzîka Kurdî Qedexekirin Meral Daniş Beştaş Sezgîn Tanrikulu Cadeya Îstîklalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyogluya Stenbolê ku ciwanan bi Kurdî sitranan digotin, çend polîsên sivîl tên gel wan û sitranên wan di birrin.

Yek ji polîsan dibêje ev navçe ya wan e û nabe ku sitranan li vê derê bibêjin û konserta ciwanên Kurd ya li Taksîmê bi dawî dikin.

Lê Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li parlamentoya Tirkiyê ev sitrana ku ji aliyê polîsan ve hat astengkirin got û stran temam kir.

Vê qedexekirina polîsan rê li karvedanan vekir û Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş rexneyên tund li hikûmetê kirin û got “hûn çawa sitranekê qedexe dikin ku bi zimanê milyon Kurdan e?”

Herwiha Serokwekîlê Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş dibêje “Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me pêşeroja me ye. Zimanê me zimanê dayikê em her tim biparêzin.”

Herwiha Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu derbarê mijarê de axivî û dibêje ji ber ciwanan sitranên Kurdî gotine cezayê pereyan li wan hatiye birrîn,  lê dema bi zimanekî din sitran tên gotin ti pirsgirêk dernakeve.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu diyar kir “Şeva borî li Cadeya Îstîklalê grubeke ku sitranên Kurdî digotin hatin astengkirin. Li cîhanê li hemû welatan li cadeyên bajaran grupên bi vî awayî sitran dibêjin hene. Li Stenbolê jî ev yek heye lê li beramberî zimanê Kurdî hestyariyeke taybet heye. Bi erebî, ingilîzî û Tirkî sitran tên gotin û ti zextek jî nayê kirin.”

Çendîn sal in ciwanên Kurd li Cadeya Îstîklala Stenbolê sitranên Kurdî dibêjin. Çend grupên bi vî awayî li derveyî Tirkiyê jî hene û ciwanên Ewropî û Efrîqî fêrî ziman û sitranên Kurdî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst