Dosyeya lêpirsîna derbarê Pervîn Buldan de bo Enqerê hat şandin

01-02-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Pervîn Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya lêpirsîna ku derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan de ji ber gotinên wê yên di rûniştina yekem a dadgehîkirina êrişkarê ser rêxistina HDPê ya li Îzmîrê û bikujê Denîz Poyraz a xebatkara HDPê de li dijî wê hatibû vekirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hat şandin.

Di yekemîn civîna dadgeha doza Denîz Poyraz de ku roja 29ê Kanûna 2021an hat lidarxistin, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ji ber tevgera dadgehê û polîsan a li gel bikujê Denîz Poyraz nerazîbûn nîşan dabû û di axavtinekê de ji wan re gotibû, ew kes bikuj e û nabe hûn tevgera kesekî asayî pêre bikin û divê tevgera wek kesekî bikuj pê re bikin.

Piştî civîna dadgehê, li ser wê nerazîbûna Buldan û bi îdiaya lid ijî heyeta dadgehê gotin û tevgerên sivikatiyê kiriye, Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsînek da destpêkirin.

Li gor agahiyan, dosyaya ku di çarçoveya lêpirsînê de li dijî Pervîn Buldan hatiye amadekirin û wêneyên Buldan ên dema dadgehê têde ne, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re hatiye şandin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst