HDP îro serdana partiya Saadetê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana partiya Saadetê dike û li gel serokê wê partiyê dicive.

Hevserokê HDPê Perwîn Bulden û Midhat Sancar îro li Enqere ya paytexta Tirkiyê serdana navenda giştî ya partiya Saadetê dike û li gel serokê wê partiyê Temel Keremulaoglu dicivin.

HDPê berî niha ragihandbû ku ew dê li gel partiyên opozisyonê bicive û derbarê çareseriya tevaya pirsgirêkên Tirkiyê de ew dê pêşniyarên xwe pêşkêşî aliyên opozisyonê bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan daye xuyakirin, armanca wan ji vê yekê danîna bingehekî ji bo çareserkirina pirsgirêkên dadwerî, aborî, demokrasî û birêvebirina Tirkiyê ye.

Berdevka HDPê Abru Gunay beriya çend rojan di konferanseke rojnamevanî de li Enqerê gotibû, ew dê di destpêka meha Sibatê de dest bi gereke danûstendinan li gel partiyên opozisyonê yên li Tirkiyê bikin.

Alîkarê Serokê Partiya Saadetê, Murad Dogan jî ji aliyê xwe ve di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihandbû, ku hejmareke zêde ji partiyên siyasî serdana wan dikin û ew jî pêşwaziyê dikin û dê roja Duşemê HDP serdana wan bike.

Beriya çend rojan di medyayê de hatibû belavkirin, ku HDPê ji partiyên opozisyonê re nameyên taybet şandine û daxwaz ji wan kiriye, ku têkildarî rewşa li Tirkiyê bi hev re bicivin.

Serokên Giştî yê CHPê û DEVAyê, Kemal Kiliçdaroglu û Alî Babcan jî ragihandine, ti nameyeke HDPê ku têde daxwaza civînê kiribe, negihîştiye wan lê tekez kirin, eger HDP daxwazeke wiha bike, ew dê qebûl bikin.