Rêjeya kesên ku piştgiriya proseya aştiyê li Tirkiyê dikin zêdebûye

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî encamên rapirsaya dawî li Tirkiyê, rêjeya kesên ku piştgiriya proseya aştiyê dikin bilind bûye, herwiha ji sedî 15 ji kesên beşdarî rapirsiyê bûne, ji Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş razî ne.

Li gorî rapirsiyeke kompaniya Konsensus ya ser bi televîzyona Heber Turk ve, ku li 18 bajaran hatiye encamdan û tê de 2 hezar kesî beşdarî kirine, derket ku ji sedî 65.7 ji berşdarbûyan piştgiriya prosya aştiyê li Trikiyê dikin.

Pirsiyar û encamên rapirsiyê jî bi vî awayî bûn:

“Gelo tu ligel wan tedbîrane ku ji bo çareserkirina terora PKKê hatine sitandin?”

65.7 %piştgiriya proseyê dikin.

25.5% li dijî prose û çareseriyê ne.

8.5% bi “Nizanim” bersiv dane.

“Eger îro hilbijartinên şaredariyan bên encamdan tu dê deng bi kî bide?”

41.7% deng bi AKPartî didin.

29.5% deng bi CHPê didin.

15.4% deng bi MHPê didin.

6.9% deng bi BDPê didin.

“Gelo tu ji serokê niha yê şaredariya xwe raziye?”

12% “Gelek Razî me”

38% “Razî me”

14% “Nerazîme”

17% “Bi ti awayekî nerazî me” bersi dane.

“Tu ji kîj serkirdeyê welatê xwe razî ye?”

44.2% ji Receb Teyib Erdogan.

32% ji Kemal Kilîçdar Oglo.

19% ji Dewlet Baxçelî.

15% ji Selahedîn Demîrtaş razîne.

“Tu kî bi serkirdê xwe dide zanîn?”

44.4% Receb Teyib Erdogan.

40.4% Mistefa Sargul.

38% Kemal Kilîçdar Oglo wek serkirdeyê xwe dizanin.