Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji bo piştgiriya Xeze û Filistînê xwepêşandanek hat lidarxistin
Xwepêşandan ji aliyê Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê ve hat lidarxistin û 400 rêxistinên civaka sivîl piştgiriya xwepêşadanê dikin.
Beriya xwepêşandanê xelk ji bo nimêja sibehê çû Mizgefta Aya Sofyayê.
Piştî nimêja sibê xelk li ser Pira Galatayê kom bû û gotar hatin pêşkêş kirin.
Berdevkê Însyatîfa Filistînê Enes Yalman got, "Stenboliyên hêja, îro 453 roj bi ser komkujiya Xezeyê re derbas dibin.
Em di vê destpêka sala nû de, ne ji bo pîrozbahiyê li vir kom bûne, em ji bo piştgriya Xezeyê li vir in.
Em ji bo nîşandana nerazîbûnên li dijî qirkirin û komkujiya xwişk û birayên xwe yên li Xezeyê hatine cem hev."
Xwepêşandan bi dirûşma “Em cîhanê hişyar dikin”, “Doh Ayasofya, îro Emewî û sibe Aksa” û “Rojek hiltê” hat lidarxistin.
Wezîrê Ciwanan û Werzîşê Osman Aşkin Bak, Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û gelek kesayetên siyasî di xwepêşandanê de amade bûn.
Kurê Serokkomarê Tirkiyeyê Bîlal Erdogan jî di xwepêşandanê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.
Bilal Erdogan got, "Em ji bo piştgiriya Filistînê û lenetkirina komkujiya Xezeyê li vir in.
Aya Sofya hat vekirin, Mizgefta Emewî gihişt azadiya xwe û niha jî ji bo Quds ji bo Mescîdî Aksayê em li vir in.
Em ji Stenbolê biryarên xwe yên Filistînê silav dikin."
Ji ber xwepêşandanê gelek rêyên dihatên wê navçeyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin.
Piştî gotar hatin pêşkêşkirin xwepêşandan bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse