Enqere (Rûdaw) - Piştî hevdîtina bo rebêrê PKKyê Abdullah Ocalan re, Pervîn Buldanê ragihand ku DEM Partî dê daxwaza hevdîtinê ji partiyên mixalefetê bike.
Piraniya partiyên mixalefetê amade ne ku bi DEM Partiyê re bicivin.
Mixalefet heman demê bi şertê ku erkê sereke yê parlamentoyê be û pêvajo bi zelalî were meşandin piştigiriya hevdîtinên bi Ocalan re dike.
Di dema seredana parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder de rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li ser rola mixalefeta Tirkiyeyê ya di çareseriyê gotibû ku “Ji bo serkeftina xebateke bi vê cidiyetê pêşniyar û beşdariya mixalefetê jî bi qîmet e."
Gotinên Ocalan ji aliyê hinek partiyên mixalefetê ve bi êrenî hatiye dîtin.
Mixalefet heman demê ji bo hevdîtinên bi DEM Partiyê re jî amade ye.
"Nêrîna me dê piştî hevdîtinan zelaltir bibe"
Alîkarê Serokê Saadetê Mustafa Kaya li hevdîtin û pêvajoyê wiha got:
"Di derbarê çarenivîsa pêvajoyê û berdewamî yan jî sekînandina wê de nêrîna me dê piştî hevdîtinan zelaltir bibe.
Lê niha em jî tenê agahiyên li ser medyayê dizanin. Ne desthilatê ne jî aliyê din em agahdar kirine.
Birêz Pervîn Buldan dibêje em dê daxwaza hevdîtinê bikin, em jî niha tenê pêvajoyê dişopînin û şiroveyên xwe dikin û hewil didin ku fêm bikin."
Ocalan di dema hevdîtinê de heman demê dibêje “Bê guman yek ji qadên herî girîng ên vê beşdariyê jî dê Parlamentoya Tirkiyeyê be."
Ev nêrîna Ocalan heman demê daxwaza mixalefetê ye jî û mixalefet dixwaze di vê pêvajoyê de erkê sereke yê parlamentoyê be.
"Nabe ku kes hisabê li ser berjewendiyên xwe yên şexsî bike"
Parlameneterê Partiya Paşerojê Ayhan Sefer Ustun jî wiha anî ziman:
"Di mijarên ku pêwendî bi dewletê û hemû gelê me heye nabe ku kes hisabê li ser berjewendiyên xwe yên şexsî bike.
Ya din jî nabe ku pêvajo tenê bibe pêvajoyeke ku Erdogan û Bahçelî li pişt deriyên girtî bi rê ve dibin."
Partiya sereke ya mixalefetê CHPyê jî amade ye piştî hevdîtina bi Ocalan re li gel DEM Partiyê bicive.
CHP ji hikûmetê jî xwest ku projeya çareseriyê malbatên şehîdan û xelkê Tirkiyeyê dilgiran neke.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse