Sobeya elektrîkê wergeriya: Dê, bav û yek ji cêwiyan mirin

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Edene Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, li malekê şewat derket û di encamê de dê, bav û zarokê wan ê 2 salî canê xwe ji dest da.

Li gorî îdiayan, sobeya elektrîkê qelibiye û şewat derketiye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkuj û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya şewatê, dayîk Nazan, bav Enîs û her du cêwikên bi navên Kaan û Demîr Lamba ji malê hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê di midaxeleya yekem de diyar kir ku dê, bav û zarokê wan ê bi navê Kaan Lamba canê xwe ji dest daye.

Yek ji cêwiyan Demîr Lamba bi midaxeleya masaja dil a tîmên agirkujiyê, bêhn stand û rizgar bû.

Tîmên tenduristiyê Demîr Lamba bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst