Îzmîr: 43 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên navçeya Foçayê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê li nav Deryaya Egeyê 43 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê doh ragihand ku li sînorên navçeya Foçayê li nav Deryaya Egeyê di belemekê de 43 koçber hatin desteserkirin.

43 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.