TIRKIYE – Bikaranîna pir û otobanan hat bihakirin

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Pir Bihakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Rêyên Bejahî ya Tirkiyeyê (KGM) bihayê bikaranîna otoban û piran di navbera ji sedî 50-76an de zêde kir.

Rêveberiya Giştî ya Rêyên Bejahî ya Tirkiyeyê (KGM) li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku ji 1ê Kanûna Paşîna 2024an û pê de bikaranîna pir û otobanan hat bihakirin.

Li gorî bihayên nû, ji bo otomobîlan bihayê bikaranîna otobanan ji 9 lîreyan dest pê dike û herî zêde jî 84 lîre ye.

Herwiha bihayê bikaranîna pirên tengavan ji 15 lîreyan dest pê dike û herî zêde jî 295 lîre ye.

Ji bo barhilgiran jî bikaranîna otobanan ji 110 lîreyan dest pê dike û herî zêde jî hezar û 400 lîre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst