Peyvên ‘civak, jiyan, rûmet, rojhilat, hêja’ jî wek tawan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di îdianameya ku ji aliyê 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat amadekirin de, bi îdiaya ku têkiliya Komeleya Alîkarî û Hevkariya Zanyarên Olî (DIAYDER) bi PKK'ê re heye û personelan di şaredariya Stenbolê de bicîh dike û hin peyvên Kurdî yên ku ji aliyê PKK'ê ve tên bikaranîn weke "sûc" hatin nîşandan.

Di îdianameyê de bi îdiaya ku hinek peyvên Kurdî di nav Kurdan de zêde nayên bikar anîn, ev peyv ji aliyê PKKê ve tên bikaranîn, bikaranîna van peyvan ji aliyê mirovên olî ve di xutbeyên xwe de wek “bi rêxistinê re peywendîdar” hat qebûlkirin.

Herwiha di nav peyvên navborî de peyvên wek “civak, bawermend, jiyan, rûmet, rojhilat, aşiti û heja” hene.

Di îdianameyê de bal hat kişandin ser xutbeya Mehmet Emîn Aslan dabû û wiha tê gotin:

“Di xutbeya ku Mehmet Emîn Aslan daye de peyvên termînolojiya Kurdî yên wek civak, bawermend, hêja, jiyan, hember, rûmet, parastin, armanc, navend, taybet, astengî ku li welatê me di zaravayê kurmancî de nînin, ji aliyê gelê herêmê ve nayên bikaranîn û ji aliyê PKK/KCKya ve hatine bikaranîn û qebûlkirin...”

Li ser medyaya civakî bertek nîşanî îdianameyê hat dayîn. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî li ser Twitterê banga parastina zimanê Kurdî kir.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyvên ku di îdianameyê de derbas dibin bikar anî wiha got: “Bersiva me ya li dijî vê tunehesibandinê, bila xwendin, nivîsîn û axaftina bi kurdî be; bila mezintirkirin û berbelavtirkirina xebatên zimanî be.”

Herwiha Cigirê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî îdianameyê da û ji peyvên ku di îdianameyê da tê îdiakirin ku têkiliya wam bi rêxistinê ra heye peyama sersalê çêkir û parve kir.

Ekmen di peyama xwe de wia diêje: “Em dîsa hatin *dawiya* salekî. *Bawer* dikim sala nû ji bo *civaka rojhilata* navîn û tevahiya dinyayê wê bibe salekî *taybet* û *jiyanên wekhevî*. Emê di sala nû de ji bo *rûmeta* milletê me yê *hêja* zêdetir bixebitin. Kurdî ne zimanê terorê ye.”