Li Tirkiyê jî coreyê nû yê Coronayê hat destnîşankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê aşkere kir 15 pêketiyên bi corêyê nû yê vîrusa Coronayê hatine destnîşankirin. Herwiha amarên dawîn jî hatin belavkirin.

Li gor daxuyaniya Fahrettîn Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, ew her 15 kesên ku testa wan a PCR pozîtîv derçûye, ji Brîtanyayê vegeriyane Tirkiyê.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê amaje bi wê jî kir, hemû geştên ku ji Brîtanyayê tên hatine rawestandin û ragihand ku ew kesên ku bi coreyê nû yê Coronayê ketine jî hatine kerentînkirin û di bin kontrolê de ne.

Ev di demekê de ye ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 12 hezar û 203 pêketiyên nû yên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin û herwiha 212 kesan jî bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor amarên ku Fahrettîn Koca belavkirine, di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 158 hezar û 103 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 12 hezar û 203 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 212 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 14 hezar û 110 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 220 hezar û 855 kesan û 21 hezar û 093 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 114 hezar û 760 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 24 milyon û 662 hezar û 670 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.