Beşeke cotkarên Idlibê debara xwe bi çandina Firîkê peyda dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Firîkê yek ji berhemên genim e, ku berî genim bigihîje bi çend rojan û beriya ku libên genim hişk bibin li ser agir tên birajtin. Li Idlibê salane Firîk tê çêkirin û cotkarên wan deveran debara xwe jê werdigirin, cotkarek dibêje ev karekî kevnar e û di dema çêkirina firîk de hemû xelk kom dibûn û li ser êzingan dişewitandin, lê niha bi gazê tên şewtandin. Xwarina firîk yek ji xwarinên navdar ên Rojhilata Navîn e.

Her salê di dema berî çinîna berhema genim de, bi çend rojan ku hêj liba genim hinekî kesk û şil e, cotkarên gundewarê parêzgeha Idlibê, dest bi çêkirina firîkê dikin.

Bi mebesta çêkirina firîkê, cotkar simbilên wî genimî berhev dikin, kom dikin û dişewitînin, û didine ber patozê, piştre vediguhêzin.

Dirustkarê firîkê Elî Jehje jî dibêje: “Karekî kevnar e, vedigere berî 60-70 salî û bêhtir, heta 100 salê.... Xelkê firîk berhev dikir û ji bo malan dişewitand. Wiha hemû cîran kom dibûn û ji xwe re firîk dişewitandin, lê pêşketin kete vî karî, êdî wê li ser xazê dişewitînin.”

Bi dirêjiya derdora du heftiyan, proseya amadekirina firîkê biserî dikin, lê têçûya wê jî gelek e û pêwîstiya wê bi gelek karmendan heye.

Dirustkarê firîkê Nadir Rehhal jî got: “Dema wê derdora 10-15 rojan e. Gelek westan tê de heye. Gelek xercî lê tê kirin û hejmareke zêde ji kûpên xazê jî. Pêwîstiya wê bi derdora 40 karmendî heye.”

Firîkê yek ji xwarinên xweş û biçêj û klasîkî ye, li gelek welatên Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.