Li herêma Şehbayê li bakurê bajarê Helebê, bi deh hezaran koçberên Efrînî di bin gefa operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê dijîn.
Ew koçber xelkê Efrînê ne, ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê di sala 2018an de neçar bûbûn her tiştî li şûna xwe bihêlin û dest ji mal û milk û axa bav û kalên xwe berdin û koçber bibin.
KOÇBERÊN EFRÎNÊ LI ŞEHBAYÊ
Nêzîkî 140,000 kes li 42 gund û bajarokên Şehbayê dijîn ku 55% ji wan jin û zarok in.
Nêzîkî 21,000 koçberên Efrînê li bajarokê Til Rifetê dijîn.
Li gorî armarên Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Efrînê, ku li navçeya Şehbayê dimîne, ji 175,000 koçberên Efrînê, derdora 2,000 malbatan, (17,000 koçberên Efrînê) li nav 6 kampên Şehbayê dijîn.
Kampa Vegerê
Li gundê Ziyaretê li navçeya Şehba li bakurê rojavayê Helebê, li nêzîkî navçeya Şêrawa ya Efrînê hatiye avakirin û 900 koçberên Efrînê têde dimînin.
Kampa Serdem
Li gundê Til Sosînê yê Şehbayê, li bakurê rojavayê Helebê hatiye avakirin.
Di vê kampê de 4,000 koçberên Efrînê dimînin.
Kampa Şehba
Li gundê Keştiar li nahiya Şêrawa li bakurê rojavayê Helebê û li ser sînorê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatiye avakirin û 4,700 koçberên Efrînê têde dimînin.
Kampa Berxwedan
Li başûrê rojhilatê Efrînê û bakurê nahyeya Fafînê hatiye avakirin. Berê 2,500 koçber lê diman.
Kampa Fafînê
Derdora 5,000 koçberên Efrînê têde dimînin.
Kampa Efrînê
Ew jî kampeke taybet bi koçberên Efrînî li herêma Şehbayê ye û 600 koçberên Efrînî têde dimînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse