Şam (Rûdaw) – Kurdên Taxa Zorava ya Şama paytexta Sûriyeyê di Cejna Remezanê de li malên hevdû digerin û nêrîtên berê diparêzin.
4 hevalên berê 3 Kurd in û yek Ereb e li taxa Zorava mal bi mal li cejnê digerin. Bi serdanên xwe kêfxweşiyê dixin nava malan û adetên berê diparêzin.
Welatiyê bi nvê Îbrahîm Îbrahîm li ser Cejna Remezanê got:
"Ji demjimêr 10ê sibe ve em digerin. Em li cîran û dostên xwe mal bi mal digerin, ji bo ku em hevdû bibînin, nêzîkî hevdû bibin, hevdû nas bikin û bi hevdû re kêfxweş bibin.
Cejn ji bo vê çêbûye, eger 2 kes ne li hev bin, em wan li hev bînin."
Îsal ji sala par xweştir e. Wekî cejn û wek Newrozê jî gelek cudahî hebû.
Bi taybetî di Newroza îsal de em gelekî azad bûn. Em di Newroza xwe de dilxweş bûn û cejna me jî ji yên din çêtir e.”
Gera cejnê li mala Qumriya Qasimê bi dawî bû ku yek ji malên kevnar ên vê taxê ye.
Qumriya Qasimê eşkere kir ku ev cejn cuda bû, ji ber wê jî wê her tişt bi destê xwe çêkiriye.
“Di vê cejnê de em kêfxweş in”
Qumriya Qasimê li ser amadehiyên Cejna Remezanê wiha got:
“Cejn dihatin lê bi kêf nebûn, em ne dilxweş bûn, me nedizanî kengî em dê birevin, me cejn bê kêf derbas dikir lê cejna niha gelekî xweş û bi kêf e.
Ji ber ku ne şer heye, ne rev heye, em dizanin ku sibe cejn e û em di mala xwe de aram in, lewma em kêfxweş in.
Me zêdetir amadekarî kirin, me piskewît û sêvik çêkirin ku şekirê cejnê bûn, me dendik kelandin, me gelek tişt ji sûkê anîn.”
Di vê cejnê de cîran gelek derketin, çûn û hatin xweş bûn û zarok gelek derketin û gelek dihatin."
Piştî hişyariyên Amerîkî yên beriya du rojan asta tedbîrên ewlehiyê li Şamê bilind bû.
Her wiha hêzên ewlehiya giştî li hin taxan belav bûne û xalên kontrolê danîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse