Hêzên rejîma Sûriyê xendeqan li derdora Laziqiye çêdike

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên rejîma Sûriyê dest bi çêkirina xendeqan li derdora bajarê Laziqiye kirin, ji bo rûbirûbûna egera encamdana her êrîşekê ji aliyê hêzên opozîsyonê.

Çalakvanên şoreşa Sûriyê ragihandin ku hêzên ser bi rejîma Sûriyê ve dest bi çêkirina xendeqan li derdora bajarê Laziqiye kirine wek amadekariyeke pêşwext bo rûbirûbûna her êrîşekê ji aliyê hêzên opozîsyonê ve.

Parêzgeha Laziqiye dikeve ser kenarê Sûriyê de, li ser Deryaya Spî, û wek yek ji parêzgehên stratîjîk li Sûriyê tê naskirin.

Ji aliyek din ve hêzên opozîsyonê ragihandin ku wan êrîşî refên ku dixwestin berê xwe bidin Laziqiye, ji bo alîkariya hêzên rejîmê li wir, kirine, û soz dan ku ew dê berdewam bin di şerê li Kenarê heta dawiyê.

Ev yek di demekê de tê ku şer û pevçûnên giran li gundê Qestel Meaf, Bedrûsiye, Meqali û derdora gundê Şêx Hesen berdewamin.

Ji roja 21ê Adarê ve, şer û pevçûn si navbera hêzên rejîma Sûriyê û hêzên opozîsyonê de li ser kenarê Deryaya Spî, berdewamin.