Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Komunîst a Yekgirtî ya Sûriyeyê hilweşandina xwe ya ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê wekî "zordarî"yê bi nav kir û got, "Li dijî sozên wan e."
Polîtburoya Siyasî ya Partiya Komunîst a Yekgirtî ya Sûriyeyê li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku desthilata nû biryar daye hemû partiyên Eniya Niştimanî ya Pêşverû ya Sûriyeyê hilweşîne ku Partiya Komunîst jî endamê wê ye.
Partiya Komunîst ragihaand, "Ev biryara birêvebiriya nû ne rewa ye û li dijî sozên wan e ku gotin em dê dest daneynin ser desthilatê û em dê ji bo komkirina Sûriyeyiyan kar bikin."
Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê beriya bi 2 rojan li Şama paytexta Sûriyeyê civiya.
Di civînê de çend biryar hatin standin û Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer wekî Serokkomarê Sûriyeyê hat desnîşankirin.
Her wiha Partiya Beasê û partiyên din ên di nava Eniya Niştimanî ya Pêşverû ku 7 partî tê de ne hatin fesixkirin.
Partiya Komunîst a Yekgirtî ya Sûriyeyê jî yek ji wan partiyan e ku di nav Eniya Niştimanî ya Pêşverû de cih digire.
“Fesixkirina partiyên siyasî nakokiyek e”
Partiya Komunîst di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
"Fesixkirina partiyên siyasî yên nav Eniya Niştimanî ya Pêşverû ne li gorî daxwaz û dîtina gelê Sûriyeyê ye.
Ev biryar nakokiyek e di navbera sîstemeke demokratîk û sivîl û avakirina Sûriyeyeke nû re."
Polîtburoya partiyê ji berpirsên nû yên Sûriyeyê xwest ku ji biryara xwe vegerin.
Partiya Komunîst a Yekgirtî ya Sûriyeyê sala 1986an ji ber nakokiyên navxweyî yên Kongreya 6emîn a Partiya Komunîst a Sûriyeyê cuda bûbû.
Di parlamentoya dawî ya Sûriyeyê 3 parlamenterên Partiya Komunîst a Yekgirtî ya Sûriyeyê hebûn.
Parlametya Sûriyeyê jî roja çarşemê ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatibû fesixkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse