Hims (Rûdaw) - Li Sûriyeyê di şerê navxwe yê 14 salan de ji 110 hezar kesî zêdetir windahî hene.
Dayîka Sûriyeyî Feyruz Şaleş jî 12 sal in li kurê xwe yê winda digere.
Ev çîroka dayîkeke bi navê Feyruz Şaleşê ye ku li bajarê Himsê yê Sûriyeyê dijî.
Kurê Feyruz Şaleşê berî 12 salan winda bû.
Dayîkê ti şop nedîtine û êdî hêviya dîtina kurê xwe bi zindî biriye lê dîsa jî dixwaze goreke wî hebe.
“Ez her roj lê digerim”
Feyruz Şaleşa ku 12 sal in li kurê xwe digere got:
“Ez dixwazim bizanim ka kurê min hîn li vê derê ye yan na.
Ji roja ku min ew winda kir û vir ve ez her roj lê digerim.
Dema kurê min dihat malê digot, dayê û ew deng hîn jî di guhê min de ye.”
Piştî şerê navxwe yê Sûriyeyê ji 110 hezarî zêdetir Sûriyeyî winda bûn.
Çîroka Feyruz Şaleşê, êş û windabûna bi hezaran kesan temsîl dike.
Hîn ti şop ji 100 hezar kesên di serdema rejîma Beşar Esed de winda bûne nehatine dîtin.
Saziyên berpirs ên li Sûriyeyê, li gorên komî li ser termên windahiyan lêkolînê didomînin.
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ji bo ku zanibe çend kes ji yên winda di gorên komî de hatine kuştin, bi rêya gelek tîman lêkolînan dikin.
Heta niha li derdora Şamê di gorên komî de termên 780 kesan hatine dîtin.
"Term dihatin berhevkirin û şewitandin"
Ji tîma Parastina Sivîlan Amar Salmo anî ziman:
“Gelek bûyerên şewitandinê hatin dîtin û belge jî derketin.
Ev kuştineke sîstematîk bû, term dihatin berhevkirin û şewitandin.”
Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyeyiyên winda radigihîne ku şerê navxwe yê Sûriyeyê bûye sedema mirina nêzîkî milyonek kesî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse