Seroka Banka Navendî ya Sûriyeyê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Meysa Sabirîn wekî Seroka Banka Navendî ya Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin.

Meysa Sabirîn ku wekî Weroka Banka Navendî ya Sûriyeyê hatiye peywirdarkirin, yekem jin e ku ji bo vê postê hatiye destnîşankirin.

Sabirîn ji Kanûna Pêşîn a 2018an û vir ve li Desteya Birêvebir a Borsa Qîmetên Şamê wekî nûnera Banka Navendî kar kiriye.

  berê jî li pozîsyonên cuda yên wekî alîkara serok û seroka beşa kontrola ofîsê kar kiriye.

Meysa Sabirîn di warê hesabdariyê de master kiriye.