Balafirgeha Helebê ji destê HSDyê derket

Hewlêr (Rûdaw) - HTŞyê ragihand ku Balafirgeha Navneteweyê ya Helebê ketiye bin kotrola hêzên wan.

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişê parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Îdlib û Helebê kontrol kirine.

Piştî ku artêşa Sûriyeyê ji Helebê vekişiya, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kontrol kiribû.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî vekişîna HSDyê, Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ketiye destê HTŞyê.

Li aliyê din Fermandarê "Operasyonên Leşkerî" yê komên muxalefeta Sûriyeyê Hesen Ebdulxenî li ser heman mijarê got:

"Hêzên me Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kontrol kir"

Bi kontrolkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ev yekemîn balafirgeha sivîl e ki dikeve destê HTŞyê.

Çi bûbû?

27ê Çiriya Paşîn Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) tevî hevpeymanên xwe yên wekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesirê li Helebê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bi "Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan)" kir.

Her wiha di şer û pevçûnan de herî kêm 280 kes hatine kuştin ku 156ê wan çekdarên HTŞyê ne û 93yê wan leşkerên Sûriyeyê ne.

Li aliyê din, li gorî Neteweyên Yekbûyî kjî 27 sivîl hatine kuştin.