Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê li Dêrezorê hêzên xwe ji baregehên xwe yên li 7 gundên ku bi herêmên HSDyê re sînor in vekişandin.
27ê Çiriya Paşîn Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) tevî hevpeymanên xwe yên wekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesirê li Helebê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bi Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan) kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku bi zêdebûna aloziyan re Rûsyayên hêzên xwe yên li herêmê vekişandine herêmên navendî.
Li gorî SOHRê baregehên xwe yên li gundên Heseniye, Salihiye, Hatla, Marat, Mezlûm, Huşam û Tebiyeyê yên Dêrezorê yên li rojhilatê Feratê vala kiriye û hêzên xwe bi wesayîtên leşkerî bi veguhastine navenda bajêr.
Gundên ku Rûsyayê vala kirine ne ku bi Çemê Feratê lê bi ax bi herêmên HSDyê re sînor in
22yê Çiriya Paşîn artêşa Şûriyeyê û hêzên Rûsyayê çek û leşker şandibûn baregehên xwe yên li Huşam Tebiyeyê.
Li gorî SOHRê, armanca şandina van hêzan, ji bo ku hêzên hejmara milîsên Îranê li wê herêmê kêm bikin ji ber ku rê li ber bombebarana hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li wê herêmê bigire.
Bombebaranên Rûsyayê
Rûsyayê di van demên dawî de bombebaranên xwe li Îdlib û derdora wê zêde kiribûn.
Kuştinên ji ber bombebaran di nav xelkê de bûbû sedema nerazîbûnan.
Xelkê herêmê ji bo ku gunda ju bombebrana rojane biparêze xwestibû ku artêşa Sûriyeyê di bin parastina Rûsyayê de derbasê wan gundan bibe.
Şerê li Helebê
Grûpên çekdar bi pêşengiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) çarşema borî li Heleb û Derdora wê li hemberî artêşa Sûriyeyê êrişeke berfireh dabû destpêkirin.
Piştî 4 rojan gihîştin heta taxên navenda Helebê. HTŞ û hevalbendên wê di van şer û pevçûnan de 108 cihên niştecihbûne bi dest xistin û gihîştin nêzikî herêmên Kurdan.
Çalakvanê mafên mirovan Mistefa Şêxo ji Rûdawê re da zanîn ku artêşa Sûriyeyê îro bajarokê Şehbayê ber bi rojhilatê Helebê ve vekişiyaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse