Hikûmeta Sûriyê: Hêzên Hevpeymaniyê xelkê sivîl dikujin

30-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sûriye Hevpeymaniya Navdewletî Sivîl Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Hikûmeta Sûriyê nameyek ji Encûmena Asayîşa Navdewletî re şand û têde da xuyakirin, ku Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştiya Amerîkayê, li Sûriyê welatiyên sivîl dikuje û bi vê yekê peymanên navdewletî binpê dike.

 

Di nameyekê de ku ji Encûmena Asayîşa Navdewletî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî re hatiye şandin, Wezareta Derve ya Hikûmeta Sûriyê dibêje ku îro balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, gundê Şeife yê girêdayî Dêra Zorê bombebaran kirine û di encamê de zêdetirî 30 welatiyên sivîl hatine kuştin.

 

Heya niha jî ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve di derbarê vê nameya Wezareta Derve ya Hikûmeta Sûriyê de nehatiye derxistin, lê berî vê yekê Hevpeymaniyê ragihandibû, ku ew pêgehên DAIŞê li gundewarê Dêra Zorê bomebaran dikin û bi tevahiya hêza xwe, hewl didin sivîlan biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst