Têkiliyên dîplomasî yên Ewropa û Sûriyê destpê dikin

30-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyên dîpolmasî yên ewropî aşkere kirin ku gelek welatên Ewropayê êdî car din têkiliyên xwe digel Sûriyê destpê kirine û bi şandên dîpolmasî û îstixbaratî dişînin Şamê.

Ajansa AFP li ser zarê balyozekî ewropî li Şamê ku ji çileya sala 2012an ve li paytexta Libnanê Beyrûtê dimîne veguhastiye ku ew ji meha gulanê ve hin bi hin vedigerine Sûriyê û got “Di destpêkê de em bi dizî diçûn, lê niha em di mehê carekê yan jî du caran diçin Şamê”.

Welatên Yekîtiya Ewropayê di şibata sala 2012an de balyozên xwe ji Sûriyê vekişandin, lê niha Balyoza Çêkê ji Sûriyê derneket û herwiha nûnerên Nemsa, Romanya, Spanya Swêd, Danîmarkê û nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Şamê dimînin û hinek ji wan di hevdîtina berî 3 rojan a digel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîdad de beşdar bûbûn.

Welatên Ewropayê li ser dîplomatkarên qedexe nekirin ku digel kesatiyên wiha yên li Sûriyê hevîdtinan pêk bînin, lê li ser wan qedexe ye ku bi wan 179 kesatiyên re rûnin ku Yekîtiya Ewropayê xistine nav lîsteya “kesên ku di serkutkirina gelê Sûriyê de beşdar in û piştgiriya rejîmê dikin an sûdê jê werdigirin”.

Dîplomatekî ewropî derbarê vê yekê got ku ew nikarin têkiliyê bi wan kesan re dînin, lê eger li cihekî wan yek ji wan kesan dît, ew pişta xwe Nadine û eger digel wan jî biaxive ewê bersivê bidin.

Hema dîplomatî diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê ji endamên xwe nexwestiye ku balyozxaneyên bigirin, lê wan wek piştgiriyekê ji bo opozîsyona Sûriyê deriyê balyozxaneyên xwe kilît kirine û pêşbînî kir ku di mehên destpêkê yên sala 2014 de gelek dîpolatên ewropî car din bidin ser rêya Şamê.

Gelek welatên Rojava û Ereb û bi taybet yên ku di nava “grûpa dostên gelê Sûriyê” de cih digirin, Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê wek nûnerê gelê Sûriyê dane naskirin. Herwiha hinek welatên erebî û di serî de Fransa, Berîtanya, Almanya û Holanda Balyozê Sûriyê ji welatên xwe derxistine.

Roja çarşemê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad di hevîdtineke siyasî de li zanîngeha Şamê got ku 43 şandên dîplomasî li Sûriyê hene û hinek welat niha dixwazin balyozxaneyên xwe li Şamê vekin.

Di vê dema dawî de, çend berpirsên dezgehên îstixbaratê yên Rojava têkilî bi berpirsên îstixbarata Sûriyê re kirine û hinek ji wan digel serokê Ofîsa Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyê lîwa Elî Memlûk civiyane û digel wî pirsa dubare destpêkirina hevkariya digel Sûriyê gotûbêj kirine.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst