Rûsya û rejîm bi dijwarî Îdlibê bombebaran dikin

30-10-2023
RÛDAW
Rûsya û rejîm bi dijwarî Idlibê bombebaran dikin
Rûsya û rejîm bi dijwarî Idlibê bombebaran dikin
Nîşan Rûsya Sûriye Bombebaran Îdlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Kinisfere yê navçeya Çiyayê Zawiyeyê ya li başûrê Îdlibê bi dijwarî bombebaran dikin.

Di heman demê de hêzên hikûmeta Sûriyeyê jî bajarokê Kefir Uweyyid yê navçeya Çiyayê Zawiyeyê bi dijwarî dan ber topan.

Di encama êrişên balafirên Rûsyayê de li navçeyê çewlikeke xwedîkirina mirîşkan zerar dît.

Xwediyê çewlikê Ebdul Ezîz Behlûl got, “Doh demjimêr 9:20 deqeyan em hatin armanckirin.

Çewlika me zerarên zêde dîtin lê ziyanên canî nebûn.

Panelên solarê yên enerjiyê teqiyan û avahiya me jî qelişî.”

Ji 6ê Çiriya Pêşîn ve, balafirên şer ên Rûsyayê û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bajarê Îdlibê, gundewarê rojhilat, rojava û başûrê parêzgehê bi dijwarî mûşekbaran, bombebaran û topbaran dikin

Li gorî Parstina Sivîlan a Kumsipiyan a Sûriyeyê, ji 6ê Çiriya Pêşîn heta 30ê mehê, balafirên Rûsyayê li parêzgeha Îdlibê 149 êriş li ser zêdeyî 30 pêgehên serbazî û sivîl kirine.

Di encamê de 9 sivîlan canê xwe ji dest daye ku di nav wan de zarok û jin hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst