Beşar Esed: Eger ne ji destwerdana derve be dê alozî zû çareser bibin

30-09-2023
RÛDAW
Beşar Esed got  rewşa Sûriyê xirab e
Beşar Esed got rewşa Sûriyê xirab e
Nîşan Beşar Esed Amerîka Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Beşar Esed got li welatê wî şer bi dawî nebûye û Amerîka petrola Sûriyetê didize.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bi televizyona navendî ya Çînê hevpeyvînek kiriye û ew hevpeyvîn duh belav bû.

Beşar Esed di wê hevpeyvînê de behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyeyê kir.

Serokomarê Sûriyeyê alozbûna krîza wî welatî bi hebûna destewerdana dervey welat ve girê dide û dibêje bi nemana wê destwerdanê alozî dê çareser bibin.

Esed got, “Belê ew kelemeke mezin e, berê jî min gotiye, eger em vê destwerdana derekî dûr bixin, êdî kêşeya Sûriyeyê ku aloz diyar dike, ne wiha ye lê belê di çend mehên hindik de, dê bê çareserkirin.”

Serokomarê Sûriyeyê di hevpeyvîna xwe de, îdia dike ku “navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagîrkirî ne” û Amerîkayê jî bi wê yekê tometbar dike ku ew serperiştiya wan navçeyan dike.

Beşar Esed wiha got:

“Navçeyên bakur rojhilatê Sûriyê ku terorîst wan dagîr dikin, heman ew navçe ne ku Amerîkî serperiştiya wan dikin. Êdî pirs ne tenê pirsa diziyê ye lê belê hevbeşiya ligel terorsîtan e, di dabeşkirina sûdê de, ev yek jî kêşeyeke din e ku dewleteke mezin hebeşiya terorîstan bike.

Ev rastiya rewşa Sûriyê ye, lewma em li wan navçeyan petrolê û genim ji dest didin. Em dewleteke hinardekra genim bûn, aniha ji bilî hinek genim li cem me nîne.

Elektrîk li cem me nîne, çawa jiyan dê bê elektrîk hebe, tiştê li cem me, bi gelekî ji ya pêwîst ji bo jiyanê kêmtir e, lê ev yek têrê nake.”

Ji Adara 2011yan ve, heta niha 12 sal û nîv di ser krîz û milmilaniya Sûriyê re derbas dibin lê heta niha jî ti çarseriyeke aştiyane jê re nehatiye dîtin.

Herwiha her aliyekî pêwendîdar bi vê krîzê, aliyên hemberî xwe bi têkderiyê tometbar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst