FLAŞ - Êdî kefen bi qumaşê sor in!

30-09-2016
RÛDAW
Heleb
Heleb
Nîşan Heleb Kargeha Kefenan Bombebaran
A+ A-

Heleb (Rûdaw) – Li bajarê Heleba Sûriyê, jiber nemana cawê spî, êdî kefen bi cawên sor tên dirûtin.

 

Piştî ku êrîşên firokeyên Sûriyê û Rûsyayê li ser bajarê Helebê zêdebûn,hejmara kuştiyan pêre zêdeb. Jiber ku piraniya kargehên caw ji ber bombebaranan wêran bûn,êdî cawê kefenan ê spî li Helebê peyda nabe. Jiber vê yekê kargehek ji aliyê opozisyonê ve jibo çêkirina kefenên sor hat lidarxistin.

 

Xwediyê kargehê dibêje, “Mixabin niha mirin li Helebê bûye tiştekî rojane û erzan. Jiber topbarana Rûsyayê, me bi 200 kefenî dest pê kir. Lê têra kuştiyan nekir. Niha em hezar kefen û hezar kîsên terman berhev dikin. Rengê kefenan sor e jiber ku cawê spî tuneye, em dorpêç kirîne.”

 

Xwediyê kargehê çîroka çêkirina kefenan jî vedibêje û wiha diaxive:

 

“Ev caw bi zorê me jibo çêkirina kefenan peyda kiriye. Bi tevî ku mazot jî jibo kargehê tune ye, lê terim bê kefen dimînin. Bi Xwedê me bizorê ev cawê sor peyda kiriye, ku ew bixwe cawê zaroka ye, peyama  me ji misilmanan re ewe ku rewşa me bibînin.”

 

Hêjayê gotinê ye ku ev 12 roj in bê navber firokeyên şer ên Sûriye  û Rûsyayê, Helebê bombebaran dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst