Li Reqayê navendek bo lingên protez hat vekirin

30-08-2021
RÛDAW
Navenda Lingên Protez li Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê.
Navenda Lingên Protez li Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Reqayê, beşekî taybet ji bo çêkirina lingên protez ji aliyê encûmena sivîl a bajêr ve hatiye vekirin, ji bo wan kesên ku di şer de an ji ber mayîn, bordûman û topbaranê an ji ber nexweşiyê lingê xwe ji dest dane.

Ji gelek navçeyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kesên ku lingên xwe ji dest dane, serdana wê navendê dikin.

Li wê navendê xizmetguzarî, bê beramber tê pêşkêşkirin.

Ebdullah Xeyrî, karmendê nexweşxaneyê dibêje: “Em lingên protez ên demkî û yên daîmî bo jin, zarok , genc û pîran bê beramber çê dikin ji nişteciyên  Reqa, Eyn Îsa, Girê Spî û Dêrezorê.Nexweşên me lingên xwe di bordûman, mayîn û ji ber nexweşiyê ji dest dane.”

Her mehê, nêzîkî 500 nexweş serdana vê navendê dikin.

Ji bilî çêkirina lingan, ev navend çareseriya derûnî jî ji bo nexweşan pêşkêş dike, bi taybet ew yên ku rastî şokê bûne piştî lingê xwe ji dest dan.

Ihsan Bahic, yek ji wan nexweşan e ku serdana navenda lingên protez li Nexweşxaneya Niştimanî Reqayê kiriye. Ew dibêje: “Salek bûye rewşa min wiha ye, ez hatim vir, pêşwazî limin kirin, ji min pirsîn ka berî niha min lingê protez danîbû an na, ji min re gotin bê berambere, piştre lingekî demkî  dan min bo rahênanê, piştî 3 mahan lingekî daîmî ji min re danîn û niha heftiyeke rewşa min başe.”

Bajarê Reqa yê Sûriyê 90 kîlometran dikeve başûrê bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, di Cotmeha 2017an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve ji dest DAIŞê hat derxistin ku wek paytexta xilafeta xwe  destnîşan kiribû û niha ji aliyê Encûmena Sivîl a Reqayê ve tê birêvebirin ku ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ve ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst