Li Laziqiyeyê nêzîkî 5 hezar donim daristan şewitî

30-07-2023
RÛDAW
Li Laziqiyeyê nêzîkî 5 hezar donim daristan şewitî
Li Laziqiyeyê nêzîkî 5 hezar donim daristan şewitî
Nîşan Laziqiye Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê agir bi daristanê ketiye û tîmên berevaniya şaristaniyê hewl didin bi rêyên cuda agir kontrol bikin.

Li gor zanyariyan li Laziqiyeyê heta niha nêzîkî 5 hezar donim daristan û mêrg şewitîne.

Efserê Firokexaneya Navdewletî ya Basilê Rûdan Zeydan got “Her ji demjimêrên destpêkê ve ku agir li parêzgeha Laziqiyeyê pê ket, bi taybetî li navçeyên Meşqîte û Sîriskî, otomobîl zû li vê derê ketine tevgerê û wan tekez kir ku xwedî bandor in û av jî digihişte heta dûriya 100 metreyî.”

5 hezar donim mêrg û daristan şewitîne

Ev du roj in agir daristanê ketiye. Tîman bi avê berbest li ber agir danîn, ku bi rêya agirbirînê hewla kontrola agir didin.

Li gorî zanyariyan tenê li Laziqiyeyê 5 hezar donim mêrg û daristan şewitîne.

Karkerê Fermangeha Çandiniyê ya Laziqiyeyê Fîras Xelîl diyar kir “Aniha em li Xirbet Sûlasê ne. Tiştê em aniha dibînin, Gundê Beyt Îsmandar e. Doh agir gelekî gur bû û me nikarîbû rûbirûyî wî bibin. Îro otomobîlên agirkujiyê hewla vemirandina agir didin.”

Di dîrokê de tîrmeha herî germ

Idlib, Hema, Laziqiye û Tertûs ji wan parêzgehên Sûriyeyê ne ku agir li wan pê ketiye.

Şewata li daristanan encama germahiya bilind e ku îsal berê xwe daye cîhanê.

Herwiha NASAyê jî ev meh, weke tîrmeha herî germ a di dîrokê de bi nav kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst