Li Dêrezorê dizî û talana DAIŞê berdewam e

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan Dêre Zor DAIŞ Şivan Dizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî gundê Madan Etîqê yê li rojavayê Dêrezorê, çekdarên DAIŞê du şivan û karkerekî wan revandin û 400 serî pez dizîn.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) doh li nêzîkî gundê Madan Etîqê yê li rojavayê Dêrezorê, çekdarên DAIŞê du şivan û karkerekî ku li ba wan dixebitî revandin.

Herwiha çekdarên DAIŞê 400 serî pez dizîne û traktora şivanan a ku pê av ji bo pezê xwe vediguhestin jî şewitand.

Li gorî heman çavkaniyê, çekdarên DAIŞê berê xwe daye cihekî nediyar û  hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li navçeyê ketine rewşa amadebaşiyê.

Li aliyê din, SOHRê da zanîn ku çekdarên DAIŞê piştre her du şivan serbest berdane lê wan karker bernedaye.

16ê Nîsana borî jî li navçeya Buqrusê ya li rojavayê Dêrezorê, çekdarên DAIŞê çar welatî kuştibûn, du şivan revandibûn. DAIŞiyan keriyê pezê wan jî biribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst