Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrol û Gazê yê Sûriyê Besam Teime di axaftina xwe ya li pêşangeha Petrol û Gazê de li Şama paytexta Sûriyê pirsgirêka nebûna petrolê li Sûriyê bi cezayên li ser wî welatî ve girê da, ev di demekê de ye nirxê sotemenî û kelûpelên xwarinê li wî welatî gelekî buha bûne. Herwiha Amerîka bi dizîna petrola Sûriyê tohmetbar kir.
Wezîrê Petrol û Gazê yê Sûriyê Besam Teime li pêşangeha Petrol û Gazê ku li Şamê hat vekirin, pirsgirêkên nebûna petrolê li Sûriyê girêdayî cezayên ku li ser wî welatî hene ve girê da.
Besam Teime got: "Cezayên herî mezin li ser vê saktorê qedexekirina weberanîn û teknelojê di vî warî de, bandora van cezayan li ser vê sektorê heye. Bi rêya vê forumê, bi rêya pêşangeha Sûriyê ji bo petrol û gazê, em hewl didin kompaniyên pispor ji welatên dost bînin vir ji bo dîtina berdêla teknîkên welatên Rojava, herwiha dîtina çareyan ji bo xizmetkirina sektora me ya petrolê.”
Piraniya kêlgehên petrol û gazê li Sûriyê li Rojavayê Kurdistan û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser in.
Ji 2014an ve hêzên Amerîkî ji bo şerê li dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê bicih bûne û alîkariya hêzên Sûriyê Demokratîk dikin. Hikûmeta Sûriyê wan bi hêzeke dagîrker bi nav dike û bi talankirina petrol û gaza Sûriyê tohmetbar dike.
Besam Teime herwiha dibêje: “Dagîrkirina Cezîra ya Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve bûye sedema pirsgirêka xelkê Sûriyê. Divê welatiyên Sûriyê ji bîr nekin ku sedema sereke ya krîza petrol û xwarinê li Sûriyê dagîrkeriya Amerîkayê ye. Amerîka petrol û genim didize.”
Ji despêka şerê navxwe yê Sûriyê ve di 2011an de, rewşa aborî ya xelkê Sûriyê gelekî xerab bûye, yek dolarê Amerîkî ku berê 50 lîreyên Sûrî bûn, niha bêhtir ji 4 hezar lîreyan dike.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 90ê xelkê Sûriyê di jêr hêla hejariyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse