Li Idlibê dibistaneke taybet bi zarokên nivîşkan hatiye vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Idliba bakurê rojavayê Sûriyê, dibistaneke taybet bi zarokên nivîşkan hatiye vekirin. Şagirtên wê dibistanê, bi sedema şer, peçû û teqînan, endamek yan bêhtir ji endamekî laşê xwe ji dest dane.

Rêveberiya Dibistanê, Merwe Ewed dibêje: “Li nav vê polê hejmareke zêde li cem me hene. Keşekî gelekî baş ji alîkariyê di navbera wan de heye. Keşek ji hezkirinê heye. Guhdan jî heye, kesê ku pênûsa wî nebe heye yê jê re dinivîse, yê ku destê wî nebe, yê din jê re dijimêre, êdî bandoreke erênî ya gelekî baş hebûn. Me dikarîbû wan bigihînin radeyekê ku eger te destê xwe jidest jî dabe, hevalê te xwedî dest e, dikare bide te û tiştek li ber fêrbûna te nabe astengî.”

Ji bo alîkariya laşî û derûnî, bi wan zarokan re şêwazên curbicur ji perwerdekirin, fêrkirin û rahênanê bi wan re têne meşandin, bi taybetî bi rêya lîsitkên ku kêf û şahiyê dixin di nav dilên zarokan de û alîkariya wan dikin.

Li wê dibistanê 104 şagirtên polên yekem û duyem hene. Di nav wan de, sê xûşk û birayên malbatekê hene.

Mihemed Ebûd, bavê sê zarokên nivîşkan ên di dibistanê de dibêje: “Berê rewşa zarokan bi awayekî bû ku eger mirov ligel wan biaxiviya, ew tênedigihiştin, ne jî dikarîbûn bixwînin yan binivîsin, ne jî dibistana wan hebû. Tiştek nebû. Lê piştî ku hatin dibistanê, êdî arezûya wan çê bû, û dixwazin derkevin derveyî malê, hern dibistanê, fêrî tiştekî nû bibin, ji nû ve xelkê nas bikin. Spas ji Xwedê re gelek sûd dîtin.”

Ji 15ê Adara 2011yan ve, bi dirêjiya zêdetir ji 12 sal û sê mehan ji krîza Sûriyê, zarok qurbaniyên sereke û herî ziyandîtî bûn heta niha ku hêj rewşa aloz û zehmet li wî welatî berdewam e.