Hikûmeta Sûriyê biryareke nû li dijî Ramî Mexlûf derxist

Hewlêr (Rûdaw) - Nakokiyan navbera Serokê Sûriyê Beşar Esed û kurxalê wî Ramî Mexlûf careke din kete rojvê. Vê carê Wezareta Aborî û Bazirganiya Sûriyê biryareke nû li dijî Mexlûf derxist û têde girêbestên ku ligel kompaniyên wî derbarê weberhênan û birêvebirina bazarên azad ên Sûriyê de hatibûn kirin, hilweşandin.

Wezareta Aborî û Bazirganiya Sûriyê di rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de ew biryar belav kiriye û ragihandiye, hemû girêbestên îmzekirî ligel Ramî Mexlûm bo weberhênanê li navçeyên azad hatine hilweşandin.

Heman wezaretê aşkere jî kir, ji wan re xuya bû li wan navçeyan dizî hatiye kirin, lewma biryara hilweşandina girêbestên ligel kompaniyên Mexlûf hatiye dane.

Kompaniyên Mexlûf ji sala 2010 ve bêyî hebûna ti rikaberan bazarên azad ên Sûriyê birêve dibirin, ji ber ku ew nêzîkî Beşar Esed bû ti kompaniyek nikarîbû rikaberiyê bi wî re bike.

Li gor biryara Wezareta Aborî û Bazirganiya Sûriyê, girêbestên ligel Mexlûf ji bo weberhênana bazarên azad li Cedîde Yabûs, Navenda Nisêb, Navenda Bab El Hewa, benderê Tertûs, balafirxaneya Şamê, Balafirxaneya Helebê, Balafirxaneya Basil li Lazqiyê hatine hilweşandin.

Derbarê çarenivîsa Ramî Mexlûf de jî, agahiyên ku belav bûne tekez dikin, ku hikûmeta Sûriyê di dawiyê ya sala 2019an de qedexeya derketina derveyî Sûriyê li ser wî sepandibû.

Destpêka nakokiya navbera Ramî Mexlûf û Beşar Esed li ser pirsa dana bacê bû, hikûmeta Sûriyê wî tometbar dikir, ku ji dana bacê direve û Mexlûf jî di çend girteyên vîdeoyî de ragihandibû, ku ev hincet e ji bo ku hikûmet dest dane ser kompaniyên wî, bi taybet jî kompaniya Syria Tel.

Ev di demekê de ye ku Rûsya daxwaza 3 milyar dolaran ji hikûmeta Sûriyê dike, ew jî têçûya piştgîriya wê ya leşkerî bo deshilata Esed e.

Ramî Mexlûf milardêrekî navdarê Sûriyê ye ku bi dehan kompanî û holdîngên wî hene û weke împaratorê aboriya Sûriyê tê naskirin.