Rewşa perwerdeyê di bin desthilatdariya DAIŞê de

30-06-2015
RÛDAW
Wezareta Pewerde ya DAIŞê
Wezareta Pewerde ya DAIŞê
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa xwendin û perwerdeyê li deverên di jêr kontrola DAÎŞê de ne tenê pirr xirab e, belku sîstema perwerdeyê bi tevahî têkçûye  û hejmara zxarokên nexwende pirr zêde dibe.

 

Xwendina seretayî û amadekarî li Sûriyê neçar bû lê piştî ku DAÎŞ parêzgeha Reqa, beşk ji parêzgeha Dêrezorê, beşek ji parêzgeha Hesekê, rojhilatê Heleb û Humsê kontrol kir, rêxistina navborî deriyên dibistanên fermî girt û xwendin li wan qedexe kir bi behaneya ku xwendin di van dibistanan de li gorî şerîeta Îslamî ye.

 

Li deverên rojhilatê Helebê ku DAIŞê ew kontrol kirine, tevahiya dibistanan hatine girtin û tevahiya mamoste, kargêr û karmendên wan dibistanan ji aliyê DAIŞê ve weke murtedd hatin binavkirin û hatine neçarkirin ku beşdarî xolên fêrkirina şerîeta îslamî bibin.

 

Li gorî çalakvanên deverê, ew xûlên fêrkirina şerîeta îslamî bi navê xûlên tobedariyê hatin binavkirin û hemû karmendên sektora perwerdeyê ji bo beşdarbûna li wan hatin neçarkirin.

 

Di encama van biryaran de, sîstema xwendin û perwedeyê li deverên di jêr kontrola DAÎŞê bi tevahî jihev ket û têk çû, û ew dibistanên ku bi sed hezaran xwendekar di wan de fêr dibûn niha bûne navend û binke ji bo saziyên leşkerî û ewlekarî yên DAIŞê.

 

Ji bilî fêrkirina giştî, DAIŞ fêrkirina taybet jî hilweşand û mamostwyên ku li deverên di jêr kontrola DAIŞê de peymangeh û fêrgehên taybet birêve dibirin, dibêjin ku DAIŞê gelek astengî li pêş wan derxist û hinek maddeyên xwendinê weke kîmya û felsefeyê qedexe kir û bac li ser wan ferz kir û di encamê de ew neçar bûn ku deriyê peymangeh û fêrgehên xwe yên taybet bigrin.

 

Xwendina li zanîngehan jî li deverên di jêr kontrola DAIŞê de bi temamî rawestiyaye, ji ber ku zanîngeh li wan deveran tune ne û çekdarên rêxistinê rê nadin xwendekarên zanîngehên li herêmên di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de ku ew herin wan zanîngehan.

 

 Çalakvanên deverên di jêr kontrola DAIŞê de, ku newêrin nasnameyên xwe aşker bikin, dibêjin ku du salan tevlîhevî û kawis li van deveran hebû, û ev bêhtirî salekê ye ku DAIŞ desthilate, lewma bi deh hezaran zarok ji xwendina li dibistanan û xwendekar ji xwendina li zanîngehan bêpar bûne û di encamê de nifşek bi temamî wêran bûye.

 

Li hember vê siyaseta DAIŞê, halxweş û xwendeyên wan deveran hewl didin alternatîvan bibînin, mîna fêrkirina taybet di nav malan de, lê li gorî ku xelkê wan deveran dibêjin, ev alternatîv nikarin pirsgirêkê çareser bikin.

 

Piştî girtina dibistanên fermî, DAIŞê dibistanên şerî vekirin ku tenê zarokên çekdar û endamên DAIŞê û kesên ji wan ve nêzîk di wan de bernameyeke taybet dixwînin û li gorî çalakvanan, niha li reqayê tenê 25 dibistan, li Munbic 6 dibistan û li her yek ji bajarên Bab, Bûkemal û Meyadîn 2 dibistan hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst