Nerîna beşek ji xelkê Idlibê li ser serkeftina Erdogan
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Binniş ê ser bi parêzgeha Idlibê ve li bakurê Sûriyê, beşek ji xelkê serkeftina Recep Teyyip Erdogan di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de ji bo rewşa xelkê Sûriyê baş dibînin.
Beşek ji nişteciyên wî bajarokê di bin kontrola çekdarên alîgirên Tirkiyê de ku li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî û navdewletî, li wan navçeyan binpêkarî hene û azadiya derbirrînê jî nîne, dibînin serkeftina Erdogan ji bo wan tiştekî baş e.
Leys Abid, nişteciyê Binniş dibêje: “Erdogan biser ket. Ez jî alîgirê wî me, ji ber ku em baştirîn yek e, yan jî ji Oglu baştir e. Herdu heman proje li cem wan heye, weke gotegotên ku em dibihîsin, ew jî derkirina penaberan e. Lê her ew ji serkirdeyên din baştir e, çi yên Ereb yan jî yên biyanî bin.”
Hinek nişteciyên din daxwazê ji Erdogan dikin, serederiyeke baştir ligel koçberên Sûrî li Tirkiyê bike.
Nişteciyekî din ê Binniş ê bi navê Mihemed Hemad jî dibêje: “Ez hêviyê ji birêz Edogan dikim ku serederiya wî bi gelê Sûriyê re, li wê derê ji wêya baştir be, ji ber ku ev gel Musilman e û hemû yek gel e, bila serederiyeke baş ligel wan bike.”
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê, li wî welatî û Bakurê Kurdistanê, 3 milyon û 411 hezar û 29 koçberên Sûrî hene.
Her li gor heman amarên fermî, ji destpêka sala 2023yan ve heta niha124 hezar û 969 kes ji hejmara welatiyên Sûrî yên tomarkirî li Tirkiyê kêm bûye.