Şerê Sûriyê bandor li xwedîkirina hespên resen kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Binniş ê rojhilatê parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê, şer û pevçûnên li wî welatî bandoreke neyênî li xwedîkirina hespên resen kiriye.

Weke çawa ku ziyana wê rewşê gihiştiye mirovan, wiha jî ajel û hespên resen rastî zehmetiyan bûne.

Xwedîkarên hespan êdî nikarin weke pêwîst guhdanê bi wan bikin. Şerê Sûriyê bandor li xwedîkirina hespên resen kiriye.

Nayif Seyid, xwedîkarê hespan dibêje, “Dema şer û bombebaranê destpê kir, bandora êrîşên ezmanî li ser hespan hebû, ew jî weke mirovan ketin jêr bandorê. Dema balefir difirin, hesp bang dikin û çem dikin, heta em wan hêwir dikin, weke ku tu zarokê xwe yê biçûk bikî.”

Heman rewş li navçeyên din jî heye, weke bajarê Ezazê, li gundewarê bakurê Helebê, ku berdewamiya bêhtirî 11 salan ji şer, pevçûn û koçberiyê kerta ajeldariyê û xwedîkirina hespên resen gelekî asteng kiriye, bi taybetî ji aliyê bijîşkî, tendirustî û veterîneriyê ve.

Ebdulrehman Hedace, veterîner dibêje, “Derbarê şer û koçberiyê, ji bo guhdana bi hespan, me azar kişandin, bi taybetî ji aliyê tendirustî ve. Gelek kêmbûn di derman, vaksîn û amêrên veterîneriyê de li cem me heye. Wiha jî amêrên çareseriya tendirustî ji bo hespan.”

Li gorî amarên Komeleya Hespên Resen li Bakurê Rojavayê Sûriyê, derdora 650 hespên resen li wan navçeyan hene, lê weke pêwîst rêxistinên cîhanî guhdanê bi wan nakin.

Her li gorî amarên Rêxistina Cîhanî ya Hespên Erebî yên Resen (WAHO), sala 2011yan, 8 hezar û 500 hespên resen li Sûriyê hebûn. Sala 2018yan jî, 14 hezar û 500 hespên resen hebûn, lê guhdana bi hespan gelekî kêm bûye.