Artêşa Sûriyê hate mûşekbarankirin: 40 leşker mirin

Navenda Nûçeyan – Şeva derbasbûyî çend navend û baregehên hêzên hikûmeta Sûriyê û Îranê hatin mûşekan  baran kirin û di encamê de bi dehan leşker mirin.

 

Çavkanyên leşkerî yên hêzên hikûmeta Sûriyê ji ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê re ragihandin, ku şeva derbasbûyî (29-04-2018) çend navend û baregehên leşkerî yên li derdora Hemayê û Helebê bi mûşekan hatin bombebarankirin.

 

Hate gotin, ku di dema mûşekbaranê de depoyeke çek û cebilxaneyan teqiyaye û erdhejeke bi dijwariya 2.8 çêbûye.

 

Li gorî çavkaniyan di bingeha leşkerî ya Cebel El-Bihûs 47 de agireke mezin derketiye û ji ber vê agirî 40 leşkerên hikûmeta Suriyê û hêzên îranî mirine û 60 kesên din jî birîndar bûne.

 

Lê naheta gotin, ka ev êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin. Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand, ku tê îdîakirin li pişt van êrîşan destê Îsraîlê heye.

 

Cebel El-Bihûs 47  bingeheke hêzîn Îranê li Sûriyê û 10 kîlomtreyan ji navenda bajarê Hemayê dûr e, mîlîşên Efxanistanî û Pakistanî û Lubnanî û Iraqî têde biceh bûne.