Cîhadiyekî Rûs ji bo cîhadê çû Sûriyê, lê xwaringeha Suşî vekir

30-03-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Sûriye Idlib Rûsya Cîhadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li quncikeke bazara wêranbûyî ya bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê ku di jêr kontrola Heyet Tehrîr El-Şamn (HTŞ) de ye, cîhadiyekî Rûs xwaringeheke Suşî vekiriye.

Selam Şaxbanov, destpêka 2015yan pêwendî ligel grûpên cîhadî yên li Sûriyê kir, piştî vekişîna wan ji piraniya bereyan, neçar bû çek deyne û karekî din bike.

Aniha Selam Şaxbanov ligel du çekdarên din ên Rûsî, ku hemû şêfên jêhatî ne, li beşê dawî ji dukana xwe ya biçûk, birinc, xel, masiyên selemûn û têkelangên din tevlê dikin û Suşî jê amade dikin.

Cîhadiyê Rûs, Selam Şaxbanov dibêje: “Min xwaringeha Suşî vekiriye û di çend warên din de ezmûna min heye. Heta ez bikaribim dixwazim alîkariya gelê Sûriyê bikim. Ez ji Sûriyan hez dikim.”

Selam Şaxbanov li kêleka grûpên corbicor şerê hikûmeta Sûriyê kiriye, di nav wan de Feyleq El-Şam û Heyet Tehrîr El-Şam.

Tevî ku hêj hişê wî li ser çek e, lê hez jî dike bêhnvedanekê bide mejiyê xwe û temenê xwe yê mayî bi xweşî derbas bike.

Selam Şaxbanov behsa pêlana xwe ya bo paşerojê dike û wiha dibêje: “Di plana min de ye ez herim Ewropayê, eger rê bi min bê dan. Dixwazim bi rêya xwendinê xwe pêş bixim. Li Ewropayê kes nade dû wê yekê ku em Rûsî ne, bi taybetî piştî tiştê li Ukrayna çê bû û herwiha ew serederiya Ewropayê ligel hikûmeta Rûsya û Putin û alîkarên wan, dike.”

Her ku hewa tarî dibe, Selam Şaxbanov xwaringeha xwe digire û demên xwe ligel du jinên xwe yên Sûrî û du zarokên xwe derbas dike.

Lê ne xwaringeha wî û ne malbata wî jî, hizra cîhadê ji mejiyê wî çekdarî nebiriye.

Selam dibêje her demek jê re peyda bibe çek hildigire û diçe eniyên şer.

Ev çekdarê cîhadî dibêje, heta nedadperwerî û sitemkirin li Sûriyê hebin, Suşî û Rola Kalîforniyayî ti çêjê nadinê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst