Ehmed Şer êdî Serokkomar e: Xelkê Şamê çi dibêje?

30-01-2025
RÛDAW
Kesekî ku alayan difiroşe / Wêne: Ji ber dîmenan
Kesekî ku alayan difiroşe / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Ehmed Şer Sûriye Serokkomar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê biryar da ku Ehmed Şer ji bo qonaxa veguhêz bibe Serokkomar û Parlamento, Partiya Beasê û artêşa Sûriyeyê jî hatin hilweşandin.

Berdevkê Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê Hesen Ebdulxenî biryar ragihandin.

Li gorî biryaran karkirina bi destûra sala 2012an hate sekinandin, dawî li hemû yasayên cihêkar hat û Parlamento hat hilweşandin.

Xelkê Şamê bixêrhatina desthilata serokê nû yê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer kir û li kolanan şahî saz kir.

“Ew hêja ye ku bibe serok”

Welatiyê Sûriyeyê Ebdullah Siwêd ji Rûdawê re got:

“Em vê biryarê erênî dibînin ji ber ku ew kesekî zana û bihêz e.

Wî serwerî kir di rizgarkirina Sûriyeyê de û ew hêja ye ku bibe serok.”

Li gorî nerîna beşek ji xelkê Şamê, piştî ku Ehmed Şer û hêzên wî derbasî Şamê bûn, wan pirsgirêkên sereke yên xelkê Sûriyeyê destnîşan kirin.

Welatiyê Sûriyeyê Mehmûd Emar jî anî ziman:

“Dema ku birayê me Ehmed Şer derket pêş wekî alternatîfa rejîma berê, me dît ku wî yekser berê xwe da pirsgirêkên welatiyan ên wekî nan, gaz û meaşan.”

8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Ehmed Şerê ku berê wekî Ebû Mihemed Colanî dihat naskirin û fermandarê Heyeta Tehrîr El Şamê bû, li gel hêzên xwe derbasî Şamê bû.

Di encamê de Beşar Esed reviya û desthilata Partiya Beasê rûxiya.

Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê doh bi amadebûna 18 komên çekdar Ehmed Şer wekî Serokkomar hat destnîşankirin.

Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê û komên çekdar destûra 2012an, artêş, Partiya Beasê, Parlamento, Eniya Niştimanî û hemû saziyên girêdayî rejîma berê hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst