SÛRIYE - Dayîk li goristanan li zarokên xwe yên winda digerin

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Mirovên Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed dayîkên Sûriyeyî li zarokên xwe yên winda digerin.

12 sal in kurê Feyruz Şaleşê winda ye û ti cihek nemaye ku lê li pey kurê xwe negeriyabe.

Nişteciha bajarê Himsê Feyruz Şaleş ji dîtina kurê xwe bê hêvî bûye û niha li pey termê wî digere.

“Lêgerîna li pey kurê min min dikuje”

Feyruz Şaleşê got, “Ez digerim da ku zanibim ka kurê min li vir e yan na.

Lêgerîna li pey kurê min min dikuje. Ew demên ku li malê bû tên bîra min, dihat û diçû û gazî min dikir û digot 'dayê'."

Di nava 14 salên şerê navxweyî yê Sûriyeyê de zêdetirî 110 hezar kesan winda bûne.

Piştî desthilata Beşar Esed rûxiya jî çarenivîsa 100 hezar kesan ne diyar e.

Desthilata veguhêz a Sûriyeyê bi rêya çend tîman lêkolînê li ser termên kesên ku di girtîgehan de mirine dike û her wiha dixwaze bi rêya gorên bikom bizane ka çend kes ji yên windayî canê xwe ji dest daye.

Heta niha tenê li derdora Şamê termê 780 kesan di gorên bikom de hatine dîtin.

“Laşê mirovan xistine nav tekeran û şewitandine”

Endamê Saziya Parastina Sivîlan Emmar Salmo jî got:

"Gelek dosyeyên şewitandinê hatine dîtin û çendîn teker jî wekî belgeya vê yekê hatine dîtin.

Pêvajoyeke sîstematîk a kuştinê hebû û ew tiştên ku ji laşan mabûn xistine nav tekeran û şewitandine."

Windabûna van Sûriyeyiyan di demekê de ye ku Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûye sedema kuştina nêzîkî nîv milyon kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst