Şaredariya Şêxmeqsûd sedema hilweşîna avahiya 5 qatî eşkere kir

30-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Şêx Meqsûd sedema herifîna avahiya 5 qatî ya roja 22ê vê mehê eşkere kir û dibêje metirsî li ser 35 avahiyên din heye.

Serokê Beşa Teknîkî li Şaredariya Şêx Meqsûd ya Rêveberiya Xweser Ednan Caro ragihand ku ji ber av çûye bin temelê avahiyê, ji ber wê yekê hilweşiya.

Ednan Caro got ku ew avahî di salên krîza Sûriyê de bi awayekî bê serûber hatibû avakirin.

Ednan Caro da zanîn ku gelek avahiyên vala li wê taxê hene, eger malbat ji avahiyên ku metirsî li ser hene bên derxistin, dikarin li avahiyên ku valane bimînin.  

Roja 22ê vê mehê Demjimêr 3yê berbanga rojê, avahiyeke pênc qatî, li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn li Helebê herifî û di encamê de16 kesan canê xwe ji dest dabûn û 2 kesên din jî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst