Biryara Soçî: Ji bo reforma di destûra Sûriyê de komîteyek hat avakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê ya li Soçî bi dawî bû, Nûnerê Serokê Rûsyayê Alexander Lavrentiev ragihand ku di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de Lijneya Hevbeş a Reforma di Destûra Sûriyê de hate pêkanîn.

 

Alexander Lavrentiev ku Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e, piştî bidawîbûna kongreya Soçî ragihand: "Di kongreya Soçî de ji bo reforma di destûra Sûriyê de lijneya hevbeş di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de hate pêkanîn. Beşdarên kongreyê ji Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Steffan de Mistura daxwaz kirin ku xebata xwe ya li ser destûra Sûriyê sift bike.”

 

Di daxuyaniya dawiya kongreyê de hat diyarkirin ku kongre piştgiriya çareseriya siyasî ya Sûriyê bi pabendbûna biryara 2254 a Encumena Asayişê dike.

 

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê îro sêşemê (30-1-2018) bi beşdarbûna zêdetirî 1600 kes û şanda hikûmetê û çend grûpên Sûriyê li bajarê Soçî yê li başûrê rojavayê Rûsyayê dest pê kir.

 

Kongre tenê rojek hate lidarxistin û di dawiya kongreyê de jî daxuyaniyek hate belavkirin ku têde amaje bi wê yekê hatiye kirin “kongreya Soçiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê piştgiriya çareseriya siyasî ya bi pabendbûna biryara 2254 a Encumena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî dike”.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, di kongreyê de biryar hatiye dayîn ku di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de ji bo reforma destûra Sûriyê lijneyek were amadekirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku pêwîst e ji bo Sûriyê li ser bingeha destûrê artêşeke niştimanî were pêkanîn.

 

Di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê de herwiha tekezî li ser serwerî û yekparçebûna xaka Sûriyê hatiye kirin û Sûriye weke welatekî demokratîk ê nemezhebî hatiye binavkirin.