Ehmed Şer li ser sîstema federalî û HSDyê daxuyanî da

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Rojavayê Kurdistanê HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer ragihand ku dê li Sûriyeya nû sîstema federalî nebe û HSD jî dê bibe beşeke ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê û Serokê Birêvebiriya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer (Mihemed Colanî) ji televîzyona El Erebiyê re behsa HSD û paşeroja Sûriyeyê kir.

Ehmed Şer diyar kir ku wan gelekî hewl da ku veguhastina desthilatê bi awayekî nerm bibe û got:

“Ez xwe rizgarkerê Sûriyeyê nabînim. Her kesê ku qurbanî daye, welat rizgar kir.”

Derbarê destûr û hilbijartinên Sûriyeyê de Ehmed Şer got:

“Dibe ku n ivîsandina destûra nû 3 salan dirêj bike.  Ji bo amadekirina hilbijartinan 4 sal pêwîst in.

Ji bo hilbijartinek rast û pêbawer, pêwîstiya wê bi serjimêryariyê û pêwîstiya vê yekê jî bi demê heye.”

Ehmed Şer tekez ki rku Heyeta Tehrîr El Şamê jî di nav de hemû komên çekdar ên li Sûriyeyê were hilweşandin û ew bir dê di Kongreya Diyaloga Niştimanî de were ragihandin.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê li ser paşeroj û rewşa Rojavayê Kurdistanê û HSDyê jî wiha got:

“Brêvebiriya niha ji bo çareserkirina kirîza li bakurrojhilatê welat û piştre tevlîkirina wê di hêzên çekdar ên Wezareta Berevaniyê de danûstandinan bi HSDyê re dike.

Kurd parçeyekî bingehîn ê pêkhateyên Sûriyeyê ne.

Ew rê nadin parçekirina Sûriyeyê û sîstema federal jî nayê qebûlkirin.

Hêzên Kurdan jî dê  di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê  cih bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst