Rûdaw li Minbicê: Bajar hatiye dorpêçkirin

Minbic (Rûdaw) – Ji ber ku bajarê wan ji herdu aliyan ve hatiye dorpêçkirin, tirs ketiye dilê xelkê Minbicê û nizanin di demên pêş de rewşa wan ber bi ku ve biçe; gelo artêşa Sûriyê, yan hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyê dê bikevin nav bajarê Minbicê.

 

Şandiya Rûdawê Vîviyan Fetah ji nav Minbicê ragihand ku "rewşa Minbicê aram e û heta niha ti hêzek neketiye nav bajarê Minbicê".

 

Hêzên Tirkiyê li bakur in

 

Heta niha ti hêzek derbasî nav bajarê Minbicê nebûye. Hikûmeta Tirkiyê heşt hezar kes ji hêzên xwe li ser xeta Sacor li bakurê Sûriyê kom kirine. Her çiqas di medyayê de behsa wê yekê tê kirin ku wan dest bi operasyona Minbicê kirine, lê heta niha ti operasyonek li ser erd nehatiye encamdan.

 

Artêşa Sûriyê li rojavayê bajêr e

 

Ji rojavayê Minbicê jî hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarokê Erîme bi hevahengiya li gel Rûsyayê pêgeha xwe li wê deverê bihêz kiriye û hejmareke mezin ji hêzên xwe li wê deverê bicih kiriye û hêdî hêdî ber bi Minbicê tên, lê heta niha ti hêz derbasî nav bajarê Minbicê nebûye. Her çiqas hêzên artêşa Sûriyê ragihandibû ku hêzên wan gihiştine nav Minbicê, lê di rastiyê de ew gihiştine devera Minbicê, lê nehatine nav bajêr.

 

 

 

Çarenivîsa bajêr ber bi ku ve diçe?

 

Wisa tê pêşbînîkirin ku di çend demjimêrên pêş de çarenivîsa bajêr diyar bibe. Şandiya Rûdawê li Minbicê dibêje ku mirov dikare bibêje ku çarenivîsa wî  bajarî bi rêkeftinên navdewletî ve girêdayî ye û dê were yekalîkirin. Heta niha nayê zanîn ku Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku ser bi HSDê ye, dê li wir bimîne an na, artêşa Sûriyê yan çekdarên ser bi Tirkiyê dê bikevin nav bajêr?

 

Welatiyên li Minbicê çi dibêjin?


Her çiqas beşek ji xelkê Minbicê ditirsin li ber kamerayan biaxivin, lê kesên ku ji Rûdawê re axivîne behsa wê yekê dikin ku naxwazin hêzên ser bi Tirkiyê derbasî nav bajêr bibin.

 

Welatiyekî ji Minbicê dibêje: “Em nizanin kî dê were nav bajêr, lê hêvî dikim hêzên ku tên xelkê biparêzin.”

 

Herwiha welatiyekî din jî dibêje: “Li gor nêrîna me, hêzên Sûriyê werin nav Minbicê baştir e ji wê yekê ku Tirkiyeya dagirker were, em dagirkeriya Osmanî naxwazin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li vir in û ji wan baştir tine ye, rewş niha gelek baş e, lê eger biryar be ku yek ji wan hêzan were nav Minbicê, li gor me bila artêşa Sûriyê be, em dagirkeriya Osmanî, kuştin û lêdan naxwazin.” Herwiha dibêje: “Berî niha hêzên opozisyonê li vir bûn, kuştina mirovan weke kuştina mirîşkan bû li cem wan, talan û dizî hebû, lê em bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk di aramiyê de dijîn.”