Heyeta Tehrîr El Şamê û hevpeymanên wê 5 taxên Helebê kontrol kirin
Hewlêr (Rûdaw)- Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û hevpeymanên wê diyar kir ku wan li Helebê 5 tax kontrol kirine.
Rêxistinan piştî ketina Helebê 2 otomobîl teqandin û gelek kes koçber dibin.
Li aliyê din Artêşa Sûriyeyê jî diyar kir ku ew bersivê didin êrişan û gelek cih ji destê çekdaran hatine derxistin.
Li Sûriyeyê komên çekdar ên dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê şer dikin, ketin navenda bajarê Helebê.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên ku 3 roj in bi hêzên hikûmeta re şer dikin û ji aliyê rojavayê ve ber bi navenda Helebê ve diçin, li xeta taxên Hemdaniye, Heleba Nû û Zehraya yên li derveyî bajêr parastina hêzên hikûmetê şikandin.
Hêzên Hikumeta Şamê ragihand ku wan çend xalên ku di saetên dawî de ketibûn destê çekdarên mixalefetê yên girêdayî Tirkiyeyê vegerandin.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê her wiha li rojhilatê başûrê Îdlibê navçeya Seraqibê ya ku lê rêyên M4 û M5ê digihêjin hev ji bakur û başûr ve dorpêç kirin.
Heleb duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye û piştî sala 2016an ev yekem êrişa mezin a bi vî rengî ya komên çekdar e.
Sala 2016an hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya, Îran û grûbên Şîe û Hizbulaha Libnanê, HTŞ û grûpên çekdar ên ku Tirkiye alîkariyê dide wan ji Helebê derxistin.