Heyeta Tehrîr El Şamê û hevpeymanên wê 5 taxên Helebê kontrol kirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Heyeta Tehrîr El Şamê HTŞ Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û hevpeymanên wê diyar kir ku wan li Helebê 5 tax kontrol kirine.

Rêxistinan piştî ketina Helebê 2 otomobîl teqandin û gelek kes koçber dibin.

Li aliyê din Artêşa Sûriyeyê jî diyar kir ku ew bersivê didin êrişan û gelek cih ji destê çekdaran hatine derxistin.

Li Sûriyeyê komên çekdar ên dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê şer dikin, ketin navenda bajarê Helebê.

Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên ku 3 roj in bi hêzên hikûmeta re şer dikin û ji aliyê rojavayê ve ber bi navenda Helebê ve diçin, li xeta taxên Hemdaniye, Heleba Nû û Zehraya yên li derveyî bajêr parastina hêzên hikûmetê şikandin.

Hêzên Hikumeta Şamê ragihand ku wan çend xalên ku di saetên dawî de ketibûn destê çekdarên mixalefetê yên girêdayî Tirkiyeyê vegerandin.

Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê her wiha li rojhilatê başûrê Îdlibê navçeya Seraqibê ya ku lê rêyên M4 û M5ê digihêjin hev ji bakur û başûr ve dorpêç kirin.

Heleb duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye û piştî sala 2016an ev yekem êrişa mezin a bi vî rengî ya komên çekdar e.

Sala 2016an hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya, Îran û grûbên Şîe û Hizbulaha Libnanê, HTŞ û grûpên çekdar ên ku Tirkiye alîkariyê dide wan ji Helebê derxistin.

Li gorî gotina şahidên şer, gelek kes ji ber şer ji rojavayê Helebê reviyane.

Li aliyê din Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bersiva êrişên “grûbên terorîst” li derdora Heleb û Îdlibê daye.

 Artêşa Sûriyeyê da zanîn ku gelek dron çekên giran ên çekdaran ji holê hatine rakirin.

HTŞ û grûpên çekdar ên hevpeymanên wê 27ê Çiriya Paşîn li hemberî hêzên rejimê û milîsên Îranê dest bi êrişeke kirin û di wê êriş û operasyona berfireh de 60 gund û bajarok kontrol kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku HTŞ û komên çekdar ên hevalbendên wê îro du êrişên xwekujî bi wesayîtên bombebarkirî pêk anîn.

HTŞ berê wekî Eniya El-Nusra dihat naskirin, rêxistin di eslê xwe de şaxekî El-Qaîdeyê bû.

Serokê HTŞyê Mihemed El Colanî jî vîdeoyek belav kir û li ser operasyonê wiha got:

"Em mizgîniyê didin we ku me dest bi ketina Helebê kiriye û em dê Helebê ji destê zilmê rizgar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst